Li Sêwerekê zilm li girtiyan tê kirin: Kalorîfer nayên vêxistin

Girtiyên li Sêwerekê diyar kirin ku li gel hewa sar jî kalorîfer nayên vêxistin û li girtîgehê mafên mirovan têne binpêkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê kiryarên xwe yên dijminane yên li dijî girtiyên siyasî dewam dike.

Parêzer Serdar Tum ku ji bo dîtina muwekîlê xwe çû Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Sêwerekê, diyar kir ku li girtÎgehê mafên mirovan têne binpêkirin.

Tum diyar kir ku muwekîlê wî jê re gotiye li girtîgehê kalorîfer bi giranî nayên vêxistin û tenê carna saetek, du saetan tê vêxistin.

Her wiha anî ziman ku axaftina bi telefonê ya heftane jî ji 20 deqeyan daxistine 10 deqeyan.

Tum ragihand ku li Sêwerekê zivistan gelekî giran e, lewma nabe ku kalorîfer neyên vêxistin.

Hate ragihandin ku girtiyan ji Dozgeriya Sêwerekê û Dadgeriya Înfazê re daxwazname şandin, lê belê bersiv wernegirtin.