Li Sêrtê agir bi daristanê ketiye

Li bejahiya navçeyên Berwerî û Tillo yên Sêrtê li du nuqteyan şewat li daristanê derket. Li cihekê leşker rê nadin ku şewat bê vemirandin.

Şewat 5’ê Tebaxê satên sibê li devera daristan gundê Nepîlê ya navçeya Tillo û gundê Şûz a Berwarî derketin.

Sedemê şewatê heta niha nehatiye zanîn. Welatiyan xwestin agirê li Şûzê vemirînin, lê leşkeran rê neda. Sedemê astengiyê jî weke hincet ‘herêmên ewlekariyê’ ne nîşan dan.

Li gelek deverên din ên Kurdistanê leşekr agir berdidin daristanan, vemirandina wê jî ji aliyê dewletê ve tê astengkirin.

Hate ragihandin ku tîmên agirvemirînê yên Midûryeta Karûbarên Daristanê ya Sêrtê mudaxeleyî şewata li Nepilê dikin.

Şewata ku 4’ê Tebaxê li bejahiya Gundikê Remo ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê derketibû, piştî rojekê ku mudaxele lê nehate kirinî ji ber xwe ve vemirî.