Li Serdeştê kesekî xwe kuşt
Hat zanîn ku li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kesekî xwe kuştiye.
Hat zanîn ku li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kesekî xwe kuştiye.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku kesekî ji Serdeştê ya girêdayî parêzgeha Ûrmiyeyê xwe kuştiye.
Li gorî KMMK’ê kesê ku xwe kuştiye Hesen Ebdulqadirî ye ku bavê 2 zarokan bûye. Her wiha destnîşan kiriye ku wî xwe daliqandiye û sedemê xwekujiya wî jî nehatiye zanîn.