Li Serdeştê ji ber teqîna mayinê şivanek bi giranî birîndar bû

Li gundewarên Serdeştê ji ber teqîna mayînê şivanek bi giranî birîndar bû.

Ji ber şerê 8 salan a Îran û Iraqê gelek mayîn û teqemenî li herêmên ser sînor ên Rojhilatê Kurdistanê mane û heya niha jî nehatine paqijkirin. Ji ber wê jî salê bi dehan Kurd dibin qurbaniyê wan.

Hate ragihandin ku şivanê bi navê Hêmin Îbrahîmî yê xelkê gundê Şelmaş a Serdeştê dema li nêzî gundê Doletû pezên xwe diçêrand, lingê wî dikeve ser mayînekê û mayîn diteqe.

Di encama teqîna mayînê de şivan bi giranî ji lingê xwe ve birîndar dibe.

Şêniyên herêmê piştî bûyerê ji bo dermankirinê şivan rakirin nexweşxaneya Ûrmiyê.