Li ser xeta Enqere û Hewlêrê amadekariya ‘operasyoneke nû’

Hate îddîakirin ku rejîma Tirk a dagirker li hemberî Başûrê Kurdistanê û Rojava plansaziya operasyoneke dagirker dike.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê artêşa Tirk amadekariyê dike ku li dijî Başûrê Kurdistanê ‘operasyoneke taybet’ bide destpêkirin.

Ajansê vê îddîaya xwe spart çavkaniyên ji herêmê. Li gorî vê îddîayê artêşa dagirker gelek leşker û alavên leşkerî şandiye bajaroka Derecîkê ya Şemzînanê.

Tê diyarkirin ku ev leşkerên li ser sînor wê herêma Barzan a Soranê ya Hewlêrê bikin hedef.

Armanca operasyonê ev e ku herêma Goşînê ya di navbera Xakurkê û Xinêrê dagir bikin.

Tê diyarkirin ku li hemberî Rojava jî amadekariya êrîşekê tê kirin. Ji zû ve ye li Akçakaleya Rihayê ya ku li hemberî Girê Spî ya Rojava ye amadekarîyên leşkerî tê kirin. Ajansa Mezopotamyayê diyar kir ku her du êrîş wê bi hev re werin kirin.

ZEXTÊN LI SER MEXMÛR Û ŞENGALÊ ZÊDE BÛ

Li gorî heman nûçeyê bi kuştina xebatên MÎT’ê yên li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wê zextên li ser Mexmûr û Şengalê jî were zêdekirin. Ji ber vê jî gelek kesên ji Mexmûrê hatine destgîrkirin û ev biryar di hevdîtina bi Enqere û Hewlêrê de hatiye dayîn.

LI ŞELADIZÊ SÊ GIR DAN DAGIRKERAN

Li gorî nûçeya Serwîsa Soranî ya ANF’ê hêzên PDK’ê li Şêladizê ya Amêdiyeyê Duhokê girên Mîrwasye û Kepkî Kejwê vala kirine û teslîmî leşkerên Tirk kirine.

Hefteya borî jî li herêma Şêladizê Girê Rebîa û Girê li bajarok Sîreyê jî teslîmî dagirkeran hatibû kirin.

Tê diyarkirin ku PDK ji bo leşkerên Tirk ji hêrsa gelê herêmê biparêze, di navbera Şêladizê û Dêrelokê ji bo wesayîtên leşkerî rê çêkiriye. Tê diyarkirin ku ev wesayîtên çêkirina rê ji Tirkiyeyê anîne û ajovanên wan jî kesên PDK’yî ne.