Li ser sînorê Rojhilat-Bakur êşkence: Kolberek hate qetilkirin

Leşkerên Tirk 2 kolberên ku li ser sînor girtin, êşkence li wan kirin. Ji ber êşkenceya leşkerên Tirk Hesen Keçelano ê bavê sê zarokan jiyana xwe ji dest da.

Diyar bû ku li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberekî ku bazirganiya ser sînor dikir hatiye qetilkirin. Li gorî agahiyan kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Keçelano (35) û Behram Semedî duh sibehê li taxa Şecsicih a navçeya Wanê Çaldiranê hatine girtin û êşkece li wan hatiye kirin.

Ji ber êşkenceya leşkerên Tirk dev û rûyê Semedî di nav xwînê de maye û laşê wî şîn û reş bûye, birînên kûr li laşê wî vebûne. Kolberê dî Hesen Keçelano, bavê 3 zarokan ji ber êşkenceta ku lê hatî kirin jiyana xwe ji dest da. Semedî li gel cenazeyê Keçelano li ser sînor hate danîn.

Xizmên kolberan xwînxwariya leşkerên Tirk piştrast kir. Yek ji xizmên kolberan got, piştî ku Semedî hatiye gund ew li gel leşkerên Îranê çûne cihê ku cenaze lê ye, leşkerên Îranê gotiye êşkence li wan hatiye kirin û li ser sînor bang li leşkerên Tirk kirine. Leşkerên Îranê ji leşkerên Tirk re gotine, ''Ji ber êşkenceya li cenaze hatiye kirin em nikarin cenaze bibin, ji hêla hiqûqî ve ji deriyê sînor derbas bikin.'' Xizmê kolberan got, li ser vê leşkerên Tirk cenaze birine.

Gundiyekî ku bûyî şahidê xwînxwariya leşkerê Tirk got leşkerên Qereqola Sedat Nezîh Ozok 2 kolberan birine.