Li ser sînorê Îranê êşkence li penaberan tê kirin

Li ser sînorê Tirkiye û Îranê drama penaberan dewam dike. Endamê Desteya Rêveber a Baroya Wanê Mahmût Kaçan got, gilî û serlêdan li wan hatiye kirin ku leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li penaberan kirine.

Li ser sînorê Tirkiye-Îranê dawî li drama penaberên Efgan nayê. Penaberên ku havînê di Gola Wanê de dixeniqin, zivistanê jî diqerisin.

Hikumeta AKP'ê par bi gotina 'Bi deh hezaran penaber ketin nava sînorên me" mijara penaberan weke amûreke siyasî bi kar anî. Bi vî rengî pereyê dîwarê ku li ser sînor lê kir ji welatên Yekîtiya Ewropayê peyda kir. Di berdêla vê de jî soza 'Ez ê nehêlim penaber ji sînor derbas bibin' da welatên Yekîtiya Ewropayê. Bi vê sozê hîn jî li ser sînor dîwêr lê dike. Niha jî li dijî penaberên Efgan ên li gel dîwar, xendek û têlên rêsandî karîbûn ji sînor derbas bibin, kiryarên nehiqûqî dixe meriyetê.

Tenê di meha Çileyê de leşkerên Tirk 3 kes girtin û bi rengekî li dijî hiqûqa navneteweyî danîn ser sînorê Îranê. Penaberên ku leşkerên Tirk ew danîn ser sînorê Îranê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Leşkerên Tirk ên ku qîma xwe bi vê yekê neanîn, êşkenceyê li penaberên Efgan dikin ên ku naxwazin vegerin.

Hin ji penaberên ku êşkence li wan hate kirin, serî li Baroya Wanê dan.

ÎRAN Û TIRKIYE PENABERAN QEBÛL NAKIN

Di nava hefteyê de li gundê Belasur ê Îranê yê nêzî sînorê Tirkiyeyê, jineke Afgan dema ku hewl dida tevî du zarokên xwe ji sînor derbas bibe, ji ber serma û seqemê jiyana xwe ji dest da. Di dîmen de hate dîtin ku goreyên dayikê di destê zarokan de bûn û piyên xwas ên dayikê bi kîsik hatibûn pêçandin.

Li gorî agahiyan, jin a Efgan ku nasnameya wê hînê nehatiye tespîtkirin, piştî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin, ji bo vegere li ser sînorê Îranê hate danîn. Leşkerên Îranê jî ew qebûl nekirin û jina Efgan qerisî.

'LI SER SÎNOR ÊŞKENCE LI KOÇBERAN TÊ KIRIN'

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Wanê parêzer Mahmût Kaçan li ser mijarê agahî da û diyar kir ku ji sala derbasbûyî û vir ve Tirkiye li ser sînor dîwêr lê dike û li gel van tedbîrên tund ên li ser sînor jî penaberan karîbû xwe bigihînin Tirkiyeyê.

Kaçan diyar kir ku li gorî salên derbasbûyî hatina koçberan kêm bûye û got, "Koçber piştî ku têne girtin li ser sînorê Îranê têne danîn. Gelek koçber û penaber piştî ku ji sînor derbas dibin ji aliyê leşkeran ve têne girtin, êşkence li wan tê kirin, pere û alavên wan ên bi qîmet ji wan têne dizîn, telefonên wan têne şikandin û bi rengekî neqanûnî li ser sînor têne hiştin. Kesekî ku piştî ji sînor derbas bû li ser sînor hate danîn û tiliyên wî yên lingan hate şikandin serî li me da. Koçberan ji me re qalê kirin ku bi vî rengî tên vegerandin û kiryarên xerab li wan têne kirin."

'BI BIHARÊ RE DIBE KU CESEDÊN NÛ EŞKERE BIBIN'

Kaçan got, "Bi taybetî zivistanê gelek mirov hewl didin xwe bigihînin bajarên rojavayî yên Tirkiyeyê. Gelek kes ji ber şert û mercên giran ên zivistanê û êrişa heywanên hov jiyana xwe ji dest didin. Van çend rojên dawî du mirovên ku em texmîn dikin Efgan in, qerisîn. Dibe ku bi biharê re cesedên gelek mirovan bêne dîtin. Meseleya koçberan ku 3-4 sal in trajîk bûye dibe ku girantir bibe."