Li ser rêya Dêrsim-Pulurê li benda kontrolê ya polîsan teqîn pêk hat
Hat ragihandin ku li ser rêya Dêrsim-Pulurê li benda polîsan a kontrolê teqînek pêk hatiye.
Hat ragihandin ku li ser rêya Dêrsim-Pulurê li benda polîsan a kontrolê teqînek pêk hatiye.
Li gorî agahiyan piştî teqînê dengê çekan hatiye. Wesayîtên zirxî jî li ser hev çûne benda polîsan a kontrolê.
Rê ji trafîkê re hate girtin û hat diyarkirin ku kesek miriye. Lê nasnameya kesê mirî nehate zelalkirin. Hat diyarkirin ku bi kêmanî polîsek jî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.