Li ser karên ne li rê nûçe çêkir; cezayê pereyan lê hat birîn

Rojnamevan Îdrîs Yilmaz, ku li ser karên ne li rê yên li navçeya Erdîşa a Wanê nûçe çêdikir, bi cezayê pere hate cezakirin.

Rojnamevan Îdrîs Yilmaz, li ser 'karên ne li rê' yên Alîkarê Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Fatîh Çîftçî nûçe weşand. Doza ji ber van nûçeyan li Yilmaz hate vekirin, bi encam bû.

Dadgehê, ji ber gotina 'diz' ku Yilmaz di nûçeyê de nivîsand, cezayê 6 hezar TL ê pereyan lê birî. Eger Yilmaz nikaribe vî pereyî bide, wê 300 rojî di girtîgehê de bimîne.

Karên ne li rê yên Fatîh Çîftçî ku dema li Erdîşê şaredar bû, ji aliyê mufetîşan ve di raporê de hatibû nivîsandin. Çîftçî ku bi 'diziyê' dihat sûcdarkirin, piştre ji bo Alîkariya Wezîrê Bazirganî û Gumrukê hatibû wezîfedarkirin.