Li ser girtiyê ku krîza dil derbas kiribû, êşkenceya lêgerîna nava dev

Gardiyanan xwestin di nava devê girtiyê ku 3 caran krîza dil derbas kiribû, bigerin û ew sewq nekirin.

Girtiyê bi navê Abdulcelîl Dagtekîn (35) li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 30’ê Cotmehê de ji ber xitimandina damareke pêyê wî krîza dil derbas kiribû. Piştî tetkîkên li revîra girtîgehê ew şandibûn qawîşê. Dagtekîn di 31’ê Cotmehê de dîsa bêhal bû û dîsa ew şandin qawîşê. Dagtekîn di heman şevê de dîsa bêhal bû û biryar hate dayîn ku wî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bikin. Beriya ku Dagtekîn li ambûlansê were siwarkirin, jendirmeyan ser wî kontrol kirin û xwestin nava devê wî jî kontrol bikin. Dagtekîn ev lêgerîn û kontrol qebûl nekir, ji ber vê jî sewqa wî ya nexweşxaneyê nehate kirin û ew dîsa şandin qawîşê.

Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê dîsa serî li Serdozgeriya Komarê da û giliyê berpirsyaran kir.

Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Lêgerîna nava dev a li ser girtiyê ku sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, binpêkirin miameleya xerab e. Divê girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê dibin, li ser wan lêgerîna nava dev neyê kirin.”