Li ser ezmanê Mexmûrê liv û tevgera bi guman a balafiran

Balafirek ku nayê zanîn ya kê ye, li ser ezmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere.

Balafirek ku nayê zanîn ya kîjan welatî ye, ji danê siharê ve li ser ezmanê wargeha penaberan ya şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere.

Balafir tenê li ser wargehê digere û bi dumanê nîşana girover çêdike. Liv û tevgera balafirê li ser wargehê balkêş û bi gumane.

Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê li ser wargehê heye.

Herî dawî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Sibatê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.