Li Semsûrê kesek hat girtin

Li gundê Dilkiya yê Semsûrê Mûlla Rûşen ê 65 salî ku 5 roj berê hatibû destgîrkirin hate girtin.

Di 12'ê Çileyê de di avêtina ser gundê Dilkiya û Azika yê yên Semsûrê de Mûlla Rûşen (65) û Mehmet Tekyildiz hatibûn destgîrkirin. Rûşen û Tekyildizê ku 5 roj bûn li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr hatibûn ragirtin, îro ji bo îfadeyê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê Rûşen û Tekyildiz bi îdiaya "alîakriya rêxistin"ê sewqî dadgehê kir û xwest bên girtin.

Dadgehê Tekyildiz bi şertê kontrala edlî berda û Rûşen jî bi heman îdiayê girt û ew şand Girtîgeha Cirnê Reş a Rihayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê.

Hat hînbûn ku di dema lêgerîna li mala rûşen de stranên ku Rûşen bi xwe muzîka wan çêkirine hatine desteserkirin. Her wiha hat ragihandin ku nexweşîna dil jî di nav de gelek nexweşînên kronîk ên Rûşen hene.