Li Sêmalkayê berxwedana gerîla hate silavkirin

Çalakiya li Sêmalkayê di roja 71'ê de ye. Hevseroka Desteya Parastinê Sozê Qamişlo li qada çalakiyê axivî û berxwedana gerîla silav kir.

Çalakiya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîla yên ji aliyê PDK'ê ve hatin şehîdxistin, di 5'ê Cotmehê de dest pê kiribû, di roja 71'ê de ye.

Îro jî bi dehan endamên Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kirin. Çalakî bi meşa girseyî dest pê kir. Çalakger piştre ji qadê ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve meşiyan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimire xiyanet" qîriyan.

'PDK RÛYÊ XWE YÊ RAST NÎŞAN DIDE'

Endamên Desteya Parastinê li ser sînor li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevseroka Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê Sozê Qamişlo daxuyanî da û bi silavkirina berxwedana gerîla û çalakgerên li Sêmalkayê dest bi axaftina xwe kir.

Sozê Qamişlo çalakiya li Qamişloyê weke 'Çalakiya Rûmet'ê pênase kir, êrişa PDK'ê ya li Xelîfanê ya li dijî gerîla bi bîr xist û got, "Êrişên bi vî rengî bêguman berê jî pêk hatibûn. PDK mîna berê îro jî rûyê xwe yê rast di êrişên li ser qadên gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan dide. Ev êriş bêwijdanî ye, bêexlaqî ye."

'GEL XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERDIKEVE'

Sozê Qamişlo bi dewamî got, "Xelkê Rojavayê Kurdistanê zêdeyî 2 meh in bi rengekî bêeman li ber xwe dide. Li çeperan tevî şervanên xwe mil bi mil li ber xwe dide. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK'ê pûç dike. Berxwedana gerîla jî pîlanên PDK'ê hemû têk biriye. Berxwedana gerîla bandorê li têkoşîna gelên Ereb, Kurd û Suryanî dike û gelên cîhanê xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin."

Sozê Qamişlo bal kişand ser rola PDK'ê ya di êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got, "Li ser Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê pîlanên qirêj têne meşandin. Herî dawî êrişên li ser Şengalê jî nîşan dan ku pîlanên qirêj bi destê PDK'ê têne meşandin. Yên ku pîlaneke xwe heye bila baş zanibin ku gelên Şengal, Efrîn û Serêkaniyê ti carî bêhêz nînin. Şoreşa gelekî ku bi ziman, çand û şervanên xwe li ber xwe dide têk naçe. Dibe ku mirovên me yên hêja şehîd bixin, lê belê nikare me bêhêz bikin. Ji ber ku em xurt in û ne tenê Rojava em dikarin tevahiya cîhanê biparêzin. Ev şoreş bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan û pîvanên şoreşa jinê gihîştiye asta heyî. Lewma ne dewleta Tirk ne jî PDK nikarin vê şoreşê beralî bike."

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GERÎLA

Hevseroka Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê Sozê Qamişlo ev bang kir, "Xwedî li berxwedana gel derkevin, xwedîderketina li vê berxwedanê xwedîderketina li mirovahiyê ye. Divê gelên Kurd, Ereb û Suryanî xwedî li nirxên gelan derkevin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana gelê Rojava", "Bijî berxwedana Dayikên Aştiyê" qediya.

Endamên Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê piştî daxuyaniyê bi çalakgerên li binê kon re civiyan.