Li sêgoşeya Licê-Hênê-Dara Hênê operasyona artêşa Tirk

Artêşa Tirk li sêgoşeya Licê, Hênê û Dara Hênê dest bi operasyonê kir. Li herêmê "qedexeya derketina derve" hate ragihandin. Çekdarên dewleta Tirk diavêjin ser malan.

Li taxên Ecemîş, Xeraba, Çemê Elîka , Abali, Ergînkoy, Tûzlakoy û Ceper ên Licê, taxên Kaladîbî, Akçayûrt, Topçûlar, Yûkaritûrali û gundiyên wan ên navçeya Hênê ji îro saet 6'an û pê ve "qedexeya derketina derve" hate ragihandin.

Li 11 taxên navbera navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û navçeyên Licê û Hênê yên Amedê, artêşa Tirk doh dest bi operasyonê kir. Hate ragihandin ku gelek yekîneyên taybet ên Tirk tevlî operasyonê bûne û helîkopter û balafirên bê mirov ên bi çek û bê çek jî tên bikaranîn.

Leşkerên Tirk li taxên Çemê Elîka û Xeraba û gundikên wan bi giranî operasyonê dimeşînin û diavêjin ser malan.

Li ser rêyên 11 taxan bendên leşkerî hatin danîn û destûr ji şêniyên herêmê re nayê dayin ku biçin taxên xwe yan jî jê derkevin.