Li Romayê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Kurdistaniyên li Romayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistaniyên li Romayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexat Îtalya Romayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistaniyên ku li Romayê daketin qadan, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan anîn ziman û operasyonên qirkirina siyasî û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.
Kurdisatniyan gotin, heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û dirûşma "Azadî ji Ocalan re" qîriyan.