Li Rojhilatê Kurdistanê operasyonên destgîrkirinê

Li Rojhilatê Kurdistanê di 8’ê Çileyê de sê jinên çalakger ji aliyê dewleta Îranê ve hatibûn destgîrkirin. Her sê çalakger şandin girtîgeha Ûrmiyeyê

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê Ezîme Nasrî, Derya Talebanî û Esrîn Mihemed ên ku di 8’ê Çileyê de hatibûn destgîrkirin, şandine girtîgeheke girêdayî rêxistina îstîxbaratê ya Îtlaatê.

Di 8’ê Çileyê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî xebatkarên civaka sivîl û xwendekaran operasyon hatibûn kirin.

Tê diyarkirin ku heta niha 34 kes di vê çarçoveyê de hatine destgîrkirin û ji xeynî sê jinên çalakger aqûbeta kesên din ne diyar e û kes nizane ku li ku tên ragirtin.

KNK’ê di 12’ê Çileyê de bang kiribû ku divê kesên hatine destgîrkirin, serbest werin berdan. KNK’ê diyar kiribû ku ev kesên hatine destgîrkirin dibe ku êşkence li wan were kirin û werin windakirin.