Li Rihayê komplo bi paçên reş hat şermezarkirin
Rêxistinên HDP'ê yên Rihayê û navçeyên wê bi paçên reş ên li avahiyên xwe daliqandin komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Komplo dê sibê bi awayekî girseyî jî bê şermezarkirin.
Rêxistinên HDP'ê yên Rihayê û navçeyên wê bi paçên reş ên li avahiyên xwe daliqandin komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Komplo dê sibê bi awayekî girseyî jî bê şermezarkirin.
Li Rihayê komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê û rêxistinên partiyê yên navçeyên Rihayê bi paçên reş ên li avahiyên xwe daliqandin komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. ,
HDP a bajêr dê sibê jî saet di 14.00'an de li avahiya xwe ya bajêr bi daxuyaniyekê komloyê şermezar bike.