Li Rihayê kesekî dayika xwe ya 76 salî kuşt
Hate ragihandin li Rihayê kesekî bi navê Î.H. Badillî dayika xwe ya 76 salî Hanîfe Badilli kuştiye û bavê xwe jî birîndar kiriye.
Hate ragihandin li Rihayê kesekî bi navê Î.H. Badillî dayika xwe ya 76 salî Hanîfe Badilli kuştiye û bavê xwe jî birîndar kiriye.
Kesekî bi navê Î.H. Badillî ji ber sedemeke nehate zanîn êrişî dayik û bavê xwe kir. Badiilî dayika xwe ya 76 salî Hanîfe Badillî kuşt û bavê xwe jî bi giranî birîndar kir. Bav rakirin nexweşxaneyê.
Hate îddîakirin êrişkar tiryakê dikişîne û berê jî gefên kuştinê li dayika xwe xwariye. Hate diyarkirin berê jî giliyê sûc hatiye kirin lê Badillî piştî ku hatiye girtin, hatiye berdan.