Li Ranyayê wênegirek hate kuştin
Li navçeya Ranyayê ya Silêmanî wênegirt Şiwan Elî hate kuştin.
Li navçeya Ranyayê ya Silêmanî wênegirt Şiwan Elî hate kuştin.
Li gorî agahiyên ku Polîsên Raperînê dane, ji berî çend kêliyan cenazeyê wênegirkî ku şopên guleyê li ser bedena wî ne, gihîşte Tiba Edlî ya Ranya.
Li gorî agahiyên li ser torên civakî hatine parvekirin navê wênegirê hatiye kuştin Şiwan Elî ye û li Malbenda 24 ya YNK’e ya Raperîn kar dikir.
Polîsên Raperînê agahî nedan bê ka wênegirt çawa hatiye kuştin.