Li Ranyayê li hemberî çekên kîmyewî meşeke girseyî hate lidarxistin

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadiya Gel li navçeya Ranyayê li hemberî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, meşek hate lidarxistin.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî meşek hate lidarxistin. Piştî meşê Idris Abdullah daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk li ser bingehê zihniyeta nîjadperestî û şovenîzmê hatiye damezirandin. Hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar dike. Bi dehan salane ji bo tinekirina gelê Kurd êriş dike. Dewleta Tirk bi hemû awayî ji bo tinekirina siyasî ya çandî û fizîkî ya gelê Kurd di nava hewldanen de ye. Di çend herêmên Kurdistanê bi hêzên leşkerî û çekên qedexekirî komkujî û wêrankariyê dike û sûcê şer dike.”

Di berdewama daxuyaniyê de bêdengiya Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hate rexne kirin û bang li raya giştî ya Kurdistanê, Iraq û navneteweyî, aliyên peywendîdar, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyawî bibin xwedî helwest.

Her wiha ji bo lêkolînkirin û cezakirina dewleta Tirk bang hate kirin.