Li Qûbînê bi esnaf û gel re civiyan

Heyeta KDC, TJA, DBP û HDP’ê li navçeya Qûbîn a Êlihê bi esnaf û gel re civiyan.

Bi armanca yekîtiya gelê Kurd li Êlihê beriya meşa 29’ê Îlonê hevserok û rêveberên giştî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jina Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî daxuyaniya çapmeneiyê ya li Şaxa Sendîkeya Îş-Giştî berê xwe dan navçeya Qûbîn.

Heyeta ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a li şûna wê qeyûm hate danî û aktivîstên TJA’yê pêk tê, li navenda navçeyê serdana esnafan kir.

Piştî civînê heyetê berê xwe da bajarokê Dupirê (ikikopru). Heyet bi sembolên serketinê, çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin, berê xwe dan sûka gel. Esnafên sûkê diyar kir ku ji ber krîzên aborî rewşa wan xirab bûye.

Piştre heyet wê civînên xwe li Kerçews û bajarokê Birêsira dewam bike.