Li Qoserê serdegirtina malan: Herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan û herî kêm 6 kes destgîr kirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan û herî kêm 6 kes destgîr kirin.
Serdegirtina malan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de hate kirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk serê sibehê avêtin ser malan, alavên li nava malan belav kirin û teror li mirovan kirin.
Li gorî agahiyan di serdegirtinê de Hamît Kûrga, Selma Işik, Umît Damar, Erdal Çam, Halîme Tûtmaz û endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP'î Bedîrhan Şeran hatin destgîrkirin.