Li Qoserê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Li Qosera Mêrdînê di destê sibehê de di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Qosera Mêrdînê vê sibehê di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsan girtin ser gelek malan û êşkence li hevserokê berê yê HDP’a Qoserê Kadîr Işik kirin û ew destgîr kirin. Malbata wî diyar kir polîsan ji paş ve destê Işik kelepçe kirine, serê wî li erdê xistine û ji ber vê pozê wî şikiyaye.

Hate diyarkirin Ozgur Ermîş û Çekdar Ermîş jî hatine destgîrkirin û kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê.