Li Qoserê bi deh hezaran bi dirûşmeya ‘Teyyîp Îstîfa’ zam şermezarkirin

Li Qoserê bi deh hezaran kes daketin kolanan û zamên hatine danîn şermezarkirin. Gel rê girtin û dirûşmeyên ‘Tayyîp îstîfa’ berzkirin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî gel kir. Gel jî bi beran bersiv da êrişan.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi deh hezaran kes daketin qadan û di serî de zamên elektrîkê hemû zamên hatine danîn protesto kirin. Gelê ku li Qada Azadiyê ya Qoserê kom bû, dovîz û fatûreyên elektrîkê hilgirtin. Gel li dijî fatûreyên elektrîkê serî hilda û li qadê bi şewitandina fatûreyan bertekên xwe nîşan dan. Kesên bi berzkirina dirûşmeyên "Tayyîp îstîfa", "Dewlet îstîfa", "DEDAŞ îstîfa", "Bimre DEDAŞ" û "Bijî Aştî" xwestin ku zaman paşde bên kişandin. Bi deh hezaran kesên ku demekê li qadê sekinîn xwestin piştî demekê ber bi avahiya Dîcle Elektrîkê ve bimeşin. Di encama astengkirina polîsan girseyê bera xwe ber bi Kolana Nexweşxaneyê ve guhert.

Girseya dest bi meşê kirî cadeya Mûsa Anter, Kolana Dêrê û Kolana Nexweşxaneyê li trafîkê girtin û meşa xwe berdewam kirin. Li nexweşxaneyê bi dirûşmeyan li bendê mayina xwe domandin. Gel piştî demekê berê xwe da Îpekyoluyê. Piştî ku polîsan bi mertal û wesayîtên zirxî rê girtin, gel jî Kolana Nexweşxaneyê ji bo demeke dirêj li trafîkê girt û li vir bertekên xwe anîn ziman.

Li Kolana Nexweşxaneyê di navbera polîs û gel de pevçûn derket. Li ser anonsên êrîşê yên polîsan, gel dest bi avêtina keviran li wesayîtên zirxî kir. Di dema muzakereyan de gel dev ji avêtina keviran berda, ji kesên rayedar hat xwestin ku bên herêmê û ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Li gel ku demek dirêj li bendê bûn jî lê ti rayedar nehat qadê û polîsan ji gel xwest ku belav bibin. Lê girseya gel bi israr xwe belav nekir û bi berzkirina dirûşmeyan bertekên xwe domandin.

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Piştî êrîşa polîsan gel li kolanên kêlekê belav bû û çalakî berdewam kir. Gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Polîsan bîber avêtin eywanên malan ên li Kolana Dêrê jî.

Hate hînbûn ku gelek kes hatine destgîrkirin. Bendewariya gel didome.