Li navçeya Qereyaziyê maweya destgîrkirinê hate dirêjkirin

Hevşaredarê Qereyazîya Erziromê Bûrhanettîn Şahîn û 10 kesên ku hatibûn destgîrkirin, maweya wan a destgîrkirinê hate dirêjkirin.

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê polîsan di 11’ê Tîrmehê serê sibê bi ser gelek malan de girtibûn. Polîsan li nav malan her tişt serûbin kiribûn. Polîsan piştî lêgerîna li nav malan Hevşaredarê Qereyazîyê Bûrhanettîn Şahîn, encûmenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, encumenê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakûş, rêveber Nûrî Kandemîr û Namet Yilmaz, encûmenên berê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û welatiyê bi navê Erol Mahçûp destgîr kiribûn. Maweya destgîrkirina 10 kesan, du rojên din hate dirêjkirin.

10 kesên ku ev 4 roj in li Şaxa TEM’ê ya Erziromê destgîrkirî ne, sedema destgîrkirina wan nehate hînbûn.