Li Qendîlê ji bo 4’ê Nîsanê dar hatin danîn

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meclîsa Gel a Qendîlê dar danî.

Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nêzî Goristana Şehîd Mihemed Karasungur şitlên daran danî.

Di destpêkê de ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştre Endama Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Şinyar Resûl axivî û got: “Ji dayikbûna Rêberê Kurdistan Abdullah Ocalan ji dayikbûna gerdûnê, gelê Kurd û bi taybet jinan e. Rêber Apo bûye avakerê riya azadiya jinê, berxwedan, têkoşîn, hêz, îrade, bîr û baweriyê. Em dibêjin, ji dayikbûna Rêber Apo ji dayikbûna me hemûyan e.”

Piştî axaftinê danîna şitlên daran dest pê kir, piştî danîna şitlên daran, li Goristana Şehîd Mihemed Karasungur gul danîn li ser gorên şehîdan.

Bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” çalakî bi dawî bû.