Li Qamişloyê ji ber êrîşa xwekujî kesekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşeke xwekujî endamekî hêzên ewlehiya hundirîn jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn.

Li nêzî Dibistana Pîşesaziyê ya taxa Erbawiye ya Qamişloyê êrîşeke xwekujiyê hate kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 18'ê Tebaxê saet di 08:35'an de wesayîteke bombebarkirî li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo teqiya.

Li gorî daxuyaniyê, êrîşa bi wesayîteke bombebarkirî peymangeheke perwerdeyê kir hedef.
 
Hate ragihandin, ku ji ber êrîşê endamekî hêzên wan jiyana xwe ji dest da û 2 jî bi sivikî birîndar bûn.