Li Pûlurê piştî operasyonê leşkeran agir berda daristanê

Li devera Buyukkoy Aslandolmûş a girêdayî navçeya Pûlur a Dersimê piştî operasyonê leşkerên Tirk agir berda daristanê.

Piştî operasyona leşkerî ya danê piştî nîvro ya li devera Buyukkoy Aslandolmûş a girêdayî navçeya Pûlur a Dersimê, leşkeran agir berda daristanê. Hate ragihandin ku tîmên agirvemirînê mudaxeleyî agir kirine û agir hatiye vemirandin.

Keyayê Buyukkoyê Comet Erenler piştî şewatê daxuyaniyek da û got: “Berî çendekê bi rayedarên leşkeran re civiyam. Ragihand ku li herêmê operasyon heye. Şewat li beşeke qismî derketiye û got hatiye kontrolkirin. Ji ber ku niha operasyon didome, rê nade ku kes bikevin herêmê. Em jî dişopînin. Niha ti pirsgirêk nîne.”