Li pîrozbahiya PKK'ê ya li Berlînê provokasyona polîsan

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Elmanya Berlînê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Polîsan piştî pîrozbahiyê gelek kes bi lêdanê destgîr kirin. Jinekê jî krîza dil derbas kir.

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê êvara Yekşemê li Berlînê hate pîrozkirin.

Zêdeyî hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Tevî astengiya polîsan jî pîrozbahî pêk hat. Di dawiya pîrozbahiyê de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin ku hunermend jî di nav de hebûn.

Dema ku hunermendê ciwan Mûharrem hate destgîrkirin, dayika wî krîza dil derbas kir. Polîsan her wiha li bavê hunermend xistin.

Kesên hatin destgîrkirin piştre nîvê şevê hatin berdan. Dayika hunermend Mûharrem jî rakirin nexwşexaneyê.

Komîteya amadekar daxuyaniyek da û helwesta provkatîf û antî demokratîk a polîsan hate şermezarkirin.

Komîteyê ragihand, ji ber destgîrkirin û birîndarkirina welatiyan wê serî li rê û rêbazên hiqûqî bidin.

Komîteyê diyar kir, polîsan heta rawestgehên metro û otobusan girseya gel şopandin, ew destgîr kirine û got, "Gelek ji mirovên me gotin, nêzîkatiya polîsan ne kêmî ya kiryarên dewleta Tirk e."

Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, "Em nêzîkatî û helwestên bi vî rengî weke xizmeta ji bo dîktator Erdogan dibînin. Şermezar dikin."

Hevserokê NAVDEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û got, "Di serî de Hozan Diyar, Bangîn, Bulent Tûran, Xecê û Genç Mûharrem gelek hunermend û komên muzîk û govendê tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî mîna festîvalekê derbas bû. Lê belê polîsên Elman ji destpêkê ve bi zext û zordariyê rabûn."

Ardil anî ziman, polîsan timî dest li pîrozbahiyê werdidan, bi bahaneyên cuda hewl dan mirovan destgîr bikin û got, "Dema ku pîrozbahî qediya jî ev yek li derve kirin. Mixabin faşîzma Tirk li vê derê jî nîşanî me didin. Ev polîtîka dibe ku ya hikumeta Elman be, lê belê ti carî ne ya gelê Elman e."

Di dawiyê de jî Ardil got, "Em van pêkanînên ku li ser Kurdan tên ferzkirin şermezar dikin. Em ê ti carî serî netewînin. Bi taybetî tişta li hunermendê ciwan Mûharrem û malbata wî hate kirin, cihê şermê ye. Eger li Elmanyayê hiqûq hebe, wê hesabê van kiryarên li dijî me hatine kirin, bê pirsîn."