Li Pertekê sîxurtî li HDP’iyan hat ferzkirin

Polîsan li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Pertekê sîxurî li 2 kesên bi navê H.Ş û D.K yên li navçeyê dijîn, ferz kir.

Hat hînbûn ku H.Ş. û D.K. yên li navenda navçeya Pertek a Dêrsimê dijîn ji aliyê polîsan ve ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê Şaxa TEM'ê hatiye vexwandin û sîxurî li wan hatiye ferzkirin.

Têkildarî mijarê H.Ş’ê ragihand ku 19’ê Sibatê roja Înê destpêkê hejmareke nenas telefonî wî kiriye û piştre jî heman hejmarê ji wî re SMS şandine û gotine, “Em polîs in, em dixwazin hevdîtinê bikin.”

H.K. anî ziman ku roja Şemiyê çûye Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, polîsên ku li midûriyeta polîsan pê re hevdîtin kirine jê re gotine, "Me weke emniyetê gazî we nekiriye."

H.K. diyar kir ku di 22'ê Sibatê roja Duşemê de dîsa bi heman hejmarê telefonî wî kirine û ew vexwandine Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, diyar kir ku polîsan li Şaxa TEM'ê ya ku çûyê sîxurtî lî wî hatiye ferzkirin.

 H.K. her wiha ragihand ku polîsan derbarê doza ku berê 10 salan ceza lê hatibû birîn pirsîn û got ku polîsan îfadeya, “Tiştê ku tu dizanî bêje, em ê dosyeyan çêbikin. Ger tu alîkariya me bikî, em ê jî alîkariya te bikin. Di saziyan de em ê alîkariya ku tu dixwazî bidin te” bikar anîne û wiha axaftina xwe domand: “Di bin navê alîkariyê de sîxurî ferz kirin. Hewceyiya min bi alîkariya tu kesî tune ye.”

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku D.K ê li navenda navçeyê dijî 22'ê Sibatê roja Duşemê vexwandine Şaxa TEM'ê û rastî teklîfa sîxuriyê hatiye.