Li Parlamenta Ewropayê Konferansa Rojava pêk tê
Parlamenta Ewropayê wê ji konferanseke berfireh a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re malovaniyê bike.
Parlamenta Ewropayê wê ji konferanseke berfireh a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re malovaniyê bike.
Konferans bi pêşengiya koma Keskan/EFA, Tifaqa Navneteweyî ji bo Parastina Azadî û Mafan a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AÎDL) pêk tê.
Di konferansê de ya 11 û 12'ê Kanûnê wê parlamenter, parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen, nûnerên rêxistinên parastina azadiya çapemeniyê, rojnamevan û lêkolîner pêşkêşiyê bikin.
Konferans wê Çarşemê saet di 16:30'î de dest pê bike û heta 19:30'î dewam bike. Di roja duyemîn de jî wê di navbera 09:30 û 17:00 de pêk were.
Amadekarên konferansê ji ANF'ê re axivîn û anîn ziman ku der barê Rojava yekemcar konferanseke ewçend berfireh li Parlamenta Ewropayê tê kirin. Amadekaran destnîşan kirin ku armanca wan ewe ku rûyê rastî yê dewleta Tirk nîşan bidin û nedin ji bîr kirin.
ORNEÛS, KOÛCHNER, GALBRAÎTH JI BEŞDARÊN KONFERANSÊ NE
Sefîrê karên însanî yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Per Orneûs, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Koûchner, şêwirmendê siyasî û dîplomatîk ê berê yê DYE'yî Peter W. Galbraîth, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Berpirsyara Buroya wê ya Rojhilata Navîn Sabrîne Bennoûî, pispora olên Rojhilata Navîn û siyasetê ya Fransayê Amelîe Chelly, parêzerê Baroya Parîsê Sevag Torossîan, parlamenterên Keskan, Yekîtiya Çep, Tifaqa Pêşverû Demokrat û Sosyalîstan, damezrîner û midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ûsama Suleyman, rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê beşdar bibin.
Konferans wê li ser van lînkan bi rengekî zindî bi gelek zimanan karibe bê şopandin.
11'ê Kanûnê, 16:30-19:30
North and East Syria/Rojava : a regional and global litmus test (1)
12'ê Kanûnê, 09:30-13:00
North and East Syria/Rojava : a regional and global litmus test (2)
12'ê Kanûnê, 14:30-17:00
North and East Syria/Rojava : a regional and global litmus test (3)