Li Parîsê bi çalakiya hunerî dagirkirina şaredariyan hate protestokirin

Bi armanca protestokirina desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên ji aliyê rejîma AKP’ê e li pêşiya sefaretxaneya Tirk a Parîsê çalakiyek hunerî hate lidarxistin

Hunermend Juan Golan Elîbeg, Voronîque Rousset û Aurelîa Gerardîn li pêşiya sefaretxaneya Tirk a Parîsê rê li trafîkê girtin û çalkiyek hunerî lidarxist.

Hunermendan bi boyaxê alaya HDP’ê li ser laşê xwe çêkirin û polîsên Fransayê mudaxaleyî hunermandan kir.

Polîsan çalakger bi erdê re kaş kirin, Nûçegihanê Sterk TV yê Fransa Yûsûf Alkan ku çalakî dişopand destgîrkirin.