Li Nobeta Dadê ya Wanê helwesta dijî tecrîdê

Li çalakiya Nobeta Dadê de ya li Wanê xizmên girtiyan ev 61 roj in didomînin, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kompoloya 15'ê Sibatê helwest hate nîşandan.

Îro Rêxistina Navçeyê ya Çaldiranê ya HDP'ê serdana çalakiya Nobeta Dadê ya li Baroya Wanê kirin ku xizmên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bêne berdan, dane destpêkirin.

Dema serdanê Hevseroka Navçeyêya Çaldiranê Gonul Uzunay axivî û got sedema binpêkirina mafan a li girtîgehê û zilmê tecrîd e.

Uzunay got, ''Hûn daxwaza gelê me tînin ser zimên. Em xwedî li têkoşîna we derdikevin. Divê her kes li vê xwedî derkeve.''

Uzunay bal kişande ser 15'ê Sibatê, komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got,''Ev 23 sal in li ser Rêzdar Ocalan tecrîd tê danîn. Polîtîkaya tecrî û zextê ya li girtîgehan parçeyek ji komploya li ser Rêzdar Ocalan e. Ji bo çareserkirina van probleman bi lezgînî divê bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin bêne kirin. Ji bo aştiyê û maf neyên binpêkirin divê tecrîd demildest rabe. Heta ku tecrîd neyê şikandin li vî welatî wê nehiqûqî û zilm bidome.''

Uzunay her wiha diyar kir AKP-MHP êrîşê tîne sr zindanan, got dixwazin girtîgehan teslîm bigirin lê wê nikaribin, girtî serê xwe natewînni, ew ê jî heta dawiyê têbikoşin û got, ''Bi vê wesîleyê em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin.''