Li Newsûdê kolberek din ji aliyê hêzên Îranê ve birîndar bû
Li herêma sînorî ya Newsûdê hêzên Îranê êrişî komek kolberan kir, di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû.
Li herêma sînorî ya Newsûdê hêzên Îranê êrişî komek kolberan kir, di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû.
Hate zanîn ku duh şev li herêma sînorî ya Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule li komeke kolberan reşandine. Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberek bi giranî birîndar bû.
Kolberê birîndar ku navê wî Selah Şai Muradî û ji gundê Zêran a girêdayî bajarokê Ciwanroyê ye ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.