Li Newsûdê kolberek birîndar bû
Li herêma sînorî ya Newsûdê kolberek ji bilindahiyê ketiye xar û bi giranî birîndar bûye.
Li herêma sînorî ya Newsûdê kolberek ji bilindahiyê ketiye xar û bi giranî birîndar bûye.
Hate zanîn ku roja Înê kolberê bi navê Hêmin Mihemedî (24) yê xelkê bajarokê Rewanserê ye di dema li herêma sînorî ya Newsûdê kolberî dikir, ji bilindahiyê ketiye xarê û di encamê de bi giranî birîndar bûye.
Kolberê birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê.