Li Newsûdê kolberek birîndar bû

Li herêma sînorî ya Newsûdê hêzên rejîma Îranê êrişê komek kolber kir. Di encamê de kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ji bilindahiyê tê avêtina xarê û birîndar bû.

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê duh komek kolber li herêma Newsûdê ya girêdayî bajarê Pawe kirin armanc. Dema kolberan dixwest xwe rizgar bikin kolberê bi navê Fayiq Hemîdî ji aliyê yek ji hêzên rejîma Îranê tê dehfdan û di encamê de Hemîdî ji zinareke bilind dikeve xarê û ji lingê xwe birîndar dibe.

Piştre hevalên din ên kolber xwe digihînin Hemîdî û bi girêdana birîna wî, ji bo wî rakin nexweşxaneyê ketin rê.

Qetilkirina kolber û kasibkaran ji aliyê rejîma Îranê weke tiştekî rojane hatiye û ti sazî û rêxistinên mafê mirovan li hemberî wê cînayetên sîstematîk ên rejîma Îranê helwesteke ber bi çav nîşan nedaye.