Li Misrê 29 sîxûrên Tirk hatin binçavkirin!

Misrê, 29 kes bi gûmana li ser navê Tirkiyeyê sîxûriyê dikin binçavkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewletê ya Misrê MENA’yê, Dozgeriya Komarê ya Misrê, biyar da ku 29 kesên bi gûmana li ser navê Tirkiyeyê sîxûriyê dikin bixin bin çavan.

Ev kesên ku ji bo li Misrê Misilmanên Bira dîsa bikin desthilatê plansazî dikirin, bi rêya telefonan agahî ji bo îstixbarata Tirkiyeyê radigihandin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin bi veguhestina pere û bazirganiya zêr tên sûcdarkirin.