Li Mexmûrê komkujiya Parîsê bi meşek girseyî hat şermezarkirin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 9. salvegera şehadeta her sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî meşek girseyî hat li darxistin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile ya 2013’an de li Parisê hatibûn qetilkirin, di 9. salvegera xwe de bi meşek girseyî hatin bibîranîn. Meşa ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ve hatibû organîzekirin, di saet 14:00’an de li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya ber deriyê salona Konferansê dewam kir. Di meşê de posterên her sê şehîdên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di berxwedaniya xwerêveberiyê ya 2016’an de li Şirnex hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Her wiha alên KCK, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bimre Îxanet’ û ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî’ hatin berzkirin.

Şêniyên wargehê li ber deriyê salona Konferansê ya wargehê rawestan û li wir daxuyaniyek hat dayin. Ji beriya ku daxuyanî were dayin ji bo bîranîna tevayî şehîdên tevgera azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê şêniyên wargehê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Filîz Bûdak daxuyanî da. Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de di kesayeta jina berxwedêr, tekoşer û azadîxwaz şehîd Sara de tevayî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîranî û wiha berdewamkir: “Îro li vê derê em ji bo şermezarkirin û rûreşkirina vê komploya ku weke berdewamiya 15’ê Sibatê di 9’ê Çileyê de rêhevala Rêbertiya me rêheval Sara û bi wê re rêheval Rojbîn û Ronahî dayîn qetilkirin, êrişên desthilatdaran kombûne. Jinên ku dixwazin azad jiyan bikin, li hemberî êrişên pergala desthilatdar ruhê berxwedanê, serhildanê dadixînin kolanan û xwe rêxistin dikin; jinên ku pêşengî dikin, jinên ku dibin hêvî û bawerî ji bo azadiya rizgariya jinan tên hedef girtin. Yek ji berê bingehîn a avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê pêktîne rêheval Sara bû.”

Bûdak di dewama axaftina xwe de diyarkir ku Şehîd Sara di Rojhilata Navîn de bû destan û wiha axivî: “Li vê derê em vê dizanîn dijmin zîndanan ji bo çok danîn, ji bo teslîm girtin, ji bo îrade şkandina hêzên şoreşger bikar tîne. Lê di zindanên Amedê de rêheval Sara bi gotina ku ‘Heke tu Esad Oktay bî ez jî Sakîne Cansiz im’ berxwedan, tekoşîn û hêza jina Kurd a li hember cuntaya leşkerî ya salên 80’yî nîşan da. Di wê zindanê de ya ku serket ruhê rêheval Sara bû, berxwedaniya jina kurd bû, yê ku binket Komara Tirkiyê bû. Îro Sara li seranserê Rojhilata Navîn bûye destan û manîfestoya azadiya jinên ku dixwazin serî li hember vê pergalê rakin. Şopên Şehîd Sara di Mexmûrê de zêde ne, şopên şehîd Sara di dibistanên Mexmûrê de hene. Bi hemû jin û ferdên li wargehê jiyan dikin re şop û bîranîna Şehîd Sara hene. Bi vê kîn û hêrsa ku hatî rêxistinkirin wê dijmin cardin were binxistin, ya ku bi serbikeve jî wê hêza rêxistinkirî ya jin û netewa Kurd ya ku şopdarê rêheval Sara û rêhevalên wî be.”

Budak di dawiyê de bal kişande ser helwesta nixumkar a Fransayê û diyar kir, “Heta ku ev qetlîam ronî nebe Parîs sûçdare, Parîs hevkarê vê qetlîamê ye. Êdî Parîs ne bajarê heskirinê ye, bajarê neletê ye, bajarê ku xwe li ber evîna Sara ya azadiyê negirtiye ye. Azadî teqez ya hêza berxwedêr hêza Gelê Kurd, fikrê Rêber Apo û ruhê Şehîd Sara be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.