Li Mexmûrê êrişên li ser Rojava û Şengalê hat şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin.

Mexmûriyan bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan.  Bi dehan welatiyên wargehê saet 14:00’an li ber avahiya Saziyên Malbatên Şehîdan hatin ba hev û daxuyaniyek dan. Daxuyanî piştî deqeyek rêzgitina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve hat dayîn.

Îlhan bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst carekî din di salvegera komploya navdewletî de, di nava komployekê de ye. Em dizanîn ku êrîşên li ser Şengalê tê pêk anîn, êrîşên li ser Rojava tê pêk anîn, siyaseta li ser Wargeha me tê pêk anîn siyaseteke ku bi destê dewleta Tirk û hêzên desthiladar yên cîhanî tê meşandine. Em îro dibînin ku dewleta Tirk serçete Erdogan ji bo tola têkbirina DAÎŞ’ê ji gelê Kurd, ji gelê Êzidî û ji Tevgera Azadiyê rake, dîsa li ser piyane. Weke ku tê zanîn pilanek qirêj li ser Şengalê hat pêkanîn. Carek din şervanên azadîxwaz, şervanên ku çeteyên DAÎŞ’ê têk biribûn, şervanên ku siyaseta qirkirina li ser gelê Êzidî têk biribûn, carek din hatin hedef girtin û di wê derê de fermandar Azad Şengalî li gel hevalê xwe gihiştin şehadetê. Em bang li gelê Kurd û raya giştî dikin em neçarin xwedî li deskeftiyên li Şengalê hatine bidest xistin, derkevin. Emê wek gelê wargeha Mexmûrê heta dawî piştigiriya xwe ji bo rêveberiya Şengalê û Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ dawî bû.