Li Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk hate şermezarkirin

Gelê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî a ku duh ji aliyê dewleta Tirk ve bi balefirên bê mirov êrîşî wargehê kirin, daxuyanî da.

Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta cihê êrîşê meşiyan. Li cihê bûyerê ango li saheya Futbolê ya dibistanan kom bûn û daxuyanî da. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordinasyona Meclis a Îştar Çîçek Cengîz daxuyanî xwend.

Weke tevayî raya giştî, gelê Kurd, derdorên demokrat û çapemeniya azad jî dizane gelê wargehê di dîroka xwe ya penaberiyê de pir caran li rastî êrîşên bi rêbazên qirêj yên cûr be cûr hatiye. Bi taybet di van salên dawî de li dijî wargeha me pir caran êrîşên hewayî pêk hatine. Di van êrîşên derveyê exlaq û mirovî de gelek hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Li aliyekî êrîşên DAIŞ’ê, li aliyekî êrîşên hewayî yên Tirkiye û li aliyê din jî dorpêça li ser gelê me a ji hêla PDK’ê ve ev du sal e tê meşandin. Duh ji ber sedema xemsarî, bêberpirsyarî, bê wijdanî û bêdengiya aliyên berpirsyar yên weke Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, sazî û destgehên mafên mirovan, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê, ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya PDK’ê êrîşek ya hewayî li ser Mexmûr pêk hat.

Ev êrîş li nava wargehê, li saha futbolê ya dikeve nava dibistanan û parka giştî de di saet 2’ê piştî nîvro de hat pêkanîn. Ji sedema germahiya havînê û bêhndana dawiya salê ya xwendekaran ti ziyanek giyanî çênebû. Armancgirtina herêmek bivî rengî ji xwe re girîng didîtin, dixwestin di nava gelê me de tirs û xof bide çêkirin, her wiha gel bê îrade bihêlin û wargehê belav bikin. Piştî gefên Erdogan, em li benda êrîşên bi vî rengî bûn. Beriya ku ev êrîş pêk were bi nivîskî, bi devokî, rû bi rû û bi şêweyên cûda me derbarê xeterî û metirsiya li ser xwe tevayî hêzên di ber ewlekariya me de berpirsyar agahdar kiribûn. Wan ji soz dabûn ku wê guh bidin dengê me û wê hewl bidin pêşiya van êrîşên hovane bigrin. Lê mixabin êrîşa duh nîşaneya herî vekirî ya bê xemî, bê berpirsyarî û bê wijdaniya van hêzên berpirsyare. Êdî dem hatiye em bibêjin, bêdengiya we tê wateya hevkarî û şîrîkahiya dewleta faşîst ya Tirk.

Em gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî em daxuyaniya nûnera Emerîka ya Neteweyên Yekbûyî derbarê gelê Mexmûrê de dayî girîng dibînîn, lê daxuyanî tenê têrê nake, divê Neteweyên Yekbûyî berpirsyariya xwe beramberî wargeha me demildest pêk bîne. Her wiha em bang li Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê dikîn, li penaberên dibin serpereştî û ewlehiya we de ne xwedî derbikevin û erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînîn.”

Daxuyanî  bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedan Mexmûrê’, ‘Bimire îxanet’ û ‘Tu kes nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.