Li Mexmûrê li dijî dorpêçê çalakiya konvedanê hate destpêkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî dorpêç û têlkirina wargehê dest bi çalakiya konvendaê kirin.

Di 27’ê Kanuna 2021’an de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin wargehê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî bendên kontrolê û bertek nîşan dan. Piştî bertekan û hevdîtinan hêzên Iraqê paş de kişan. Lê hîn metirsiya têlkirina wargehê dewam dike. Dijî têlkirina wargehê, li nêzî benda kontrolê konê çalakiyê hate vedan.

‘DIXWAZ WARGEHÊ DORPÊÇ BIKIN‘

Piştî ku kon hate vedan bi dehan şêniyên wargehê li ber derê kon kombûn û daxuyaniyek hate dayîn. Endamê Komîteya Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Seîd Çomelk li ber derê kon daxuyaniyek da. Çomlek destpêkê behsa hewldana têlkirina derdora wargehê kir û got: “Ev demeke wargeha me bi pirsgirêkek sûnî re rû bi rûye. Di hevdîtinên ku me bi hêzên Iraqê re dikir, ev mijara têlkirina derdora wargehê nebû. Di 27’ê Kanûnê de biryara ku ji aliyê dewleta Iraqê ve hatî gitin ew bû ku derdora wargehê bê têlkirin. Ji bo wê hêzeke leşkerî li gel karkerên xwe û amûrên xwe yên têlkirinê ji nişkan ve dest bi têlkirina dora wargehê kirin. Li hemberî vê yekê gel wargeh kombûn û ber bi cihê ku têl bihata kirin ve meşiyan, bi vî awayî di demek kurt de hat mudaxelekirin û sekinandin.”

‘ÇALAKIYÊN ME DEMOKRATÎ Û MIROVÎNE‘

Çomelk di dewama axaftina xwe de got: “Bila raya giştî û gelê me bizanibe ev têlkirina derdora wargehê ne di hevedîtinên me yê dîplomasî de û ne jî yên bi meclîsa me re tu caran behsa têlkirina derdora wargehê nehatiye kirin. Ji niha û şûn de jî em ê tu caran kirîmînalîzekirina wargehê qebûl nekin. Ji ber ku têlkirina derdorê wargehê reşkirina xelkê wargehê ye, her wiha weke civakekî xeter, weke civkakekî dikaribe zererê bide derdorê xwe were qebûlkirin. Ji bo wê em dibêjin bila raya Kurd, raya giştî vê yekê bizane û bişopîne, ji niha û şûn de wê çalakiyên me berdewam bike û em tu caran nêzîkatiyek wisa qebûl nekin. Ji ber ku çalakiyên me domokratîk û mirovîne wê tu caran zererê nede kesê.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.