Li Mexmûrê di dema derbasbûna wesayîtekê de teqînek pêk hat

Li Mexmûrê di dema derbasbûna wesayîtekê de teqînek pêk hat û welatiyê bi navê Eshed Hemde birîndar bû, kurê wî Hanim Eshed jî jiyana xwe ji dest da.

Li Mexmûrê di dema derbasbûna wesayîtekê de mayîna ku ji berê ve hatibû çandin teqiya.

Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hatî parvekirin, di teqînê de ji heman malbatê kesek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên herêmî jî, li nêzî gundê Elîwa ya girêdayî navçeya Mexmûr a girêdayî Mûsilê di dema derbasbûna wesayîtekê de teqînek pêk hatiye.

Di teqînê de welatiyê bi anvê Eshed Hamde birîndar bû û kurê wî Hanim Eshed jî jiyana xwe ji dest da.

Gundê Elîawa 17 kêlometreyan ji navçeya Mexmûr dûr e.