Li Mexmûrê çar ciwanên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn

Çar ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî yên bi navên Mehmud Cengîz, Cîhad Budak, Hogir Çetîn û Denîz Denîz ku 17’ê Çileya 2021’an di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.

Mehmud Cengîz, Cîhad Budak, Hogir Çetîn û Denîz Denîz ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ber rêgiriya li ser wargehê ya ji aliyê PDK’ê ve neçar mabûn ji bo karkirinê berê xwe bidin bajarên Iraqê. Her çar ciwan di 17’ê Çileya 2021’an de li ser rêya Şirgatê ya di navbera Mûsil û Bexdayê de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Her çar ciwan di yekemîn salvegera xwe de li Saziya Malbatên Şehîdan bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên ciwanan xuşka Cîhad Budak, Filîz Budak axivî.

Filîz Budak hemû şehîdên Berxwedana Serdemê, Binevş Egal û her çar ciwan bibîranî û wiha got: “Par me êşeke mezin dit, lê gelê wargehê em bi tenê nehêlan. Ji ber ku gelê wargehê malbatek wisa ye ku çawan keyfxweşiyên xwe bi hev re parve dike, êşên xwe jî bi hevre par ve dike. Lê niha wek gelê Kurd, Serokatî û welatê me dibin tecrîd û dagirkeriyê de ye, ne dema şînê ye. Divê wek malbatên her çar ciwanan em ji wan hêz bigrin û têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Roja îro ev yek ji me dixwaze.”

Piştî axaftina Filîz Budak sînevîzyona li ser her çar ciwanan dike hat temaşekirin. Di dema temaşekirina sînevîzyonê de şêniyên wargehê hestiyar bûn.

Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.