Li Mexmûrê çalakiya konvedanê di roja duyemîn de ye

Çalakiya konvedanê ya ku di 1’ê Çileyê de, li dijî dorpêç û têlkirina wargeha Mexmûrê hatibû vedan di roja duyemin de didome.

Di 27’ê Kanuna 2021’an de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî benda kontrolê û nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê paşde kişiyan. Lê hîn metirsiya têlkirina wargehê dewam dike.

Di 1’ê Çile de li dijî têlkirinê, li nêzî benda kontrolê, nîştecihên wargehê dest bi çalakiya konvedanê kir. Çalakiya konvedanê di roja duyemîn de didome.  Ji aliyê şêniyên Wargehê ve konê çalakiyê tê ziyaretkirin.