Li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn

Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên wan şehîd bûne û bi dehan sivîl birîndar bûne.

Fermandariya Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a doh bi şev daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayin:

"Wek tê zanîn sala 2021'ê dewleta Tirk a dagirker bi hemû aliyan ve ji bo komkujiya li ser gelê Kurd bi encam bike, şerekî pir mezin meşand, Di nava vî şerî de berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya bêhempa û dîrokî derket pêş. Bi saya vê berxwedanê dewleta Tirk bi mezinî li bin ket. Di demên dawî de jî dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bo nixumandina binketina xwe ya li hemberî gerîla, bi awayekî nemerdane û bê exlaq êrişê qadên weke Mexmûr, Şengal û Rojava dike. Di vê çarçoveyê de duh saet 22:00’an bi awayek hemwext, di çarçoveya şerê qirêj de êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Rojava kir.

'2 ENDAMÊN HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ ŞEHÎD BÛN, BI DEHAN SIVÎL BIRÎNDAR BÛN'

Wekî qada Mexmûrê, bi salane ku bi tena serê xwe li hemberî hemû dijminatiya dewleta Tirk û hevkarên wê li ber xwe dide û parastina xwe ya cewherî pêk tîne. Di êrişa hewayî ya duh bi şev de, hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê hate hedef girtin. Di encama êrişê de 2 endamên me şehîd bûn, gelê sivîl yên ku xwestin bi hewara xizmên xwe biçin, bûn hedefa êrişê. Ji ber vê jî bi dehan mirovên wargehê birîndar bûn. Niha rewşa welatiyên birîndar di bin kontrolê de ye û li nexweşxaneyan tên dermankirin.

'ÇAWA KU ME BERIYA NIHA BI ÎRADEYA JI POLA LI BER XWE DA, EM Ê JI NIHA Û PÊ VE JÎ BI HEMAN RENGÎ LI BER XWE BIDIN'

Weke encam, çawa ku heya roja îro gelê Kurd bi îradeya xweyî ji pola û bi berxwedana xwe li ser piyan maye û li hemberî her cure êrişan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî wê ev berxwedana xwe hê mezintir û gurtir bike. Em weke Hêzên Parastina Cewherî ya wargeha Şehîd Rustem Cûdî, em ê bi mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê dewleta Tirk a faşîst ku dijminatiya gelan dike, bi bin bixin. Banga me di serî de ji bo gelê me yên li her çar beşên Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê heye ku li hemberî êrişên faşîzan û qirker ên dewleta Tirk ê bê exlaq dakevin qadan û dengê xwe derxînin. Her wiha em bang li civaka navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hemberî wan êrişên ku li ser wargehekî penaber tên kirin û berevajî zagon û pîvanên wan e, dengê xwe derxînin û dewleta Tirk ji ber van kiriyarên dijî mirovî darizînin.

Emê piştre agahiyên derbarê nasnameya her du endamên xwe yên şehîd bi raya giştî re parve bikin."