Li Mexmûrê 1'emîn Sempozyûma Jineolojiyê hate lidarxistin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Jineolojiyê Sempozyûmek bi dirûşma 'Li Mexmûrê pirsgirêk û çareseriya xwebûnê' lidar xist.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Komîteya Jineolojî ve, 1’emîn Sempozyûma Jineolojî bi diruşmeya ‘Li Mexmûrê pirsgirêk û çareseriya xwebûnê’ li avahiya Meclîsa Gel, hat lidarxistin.

Di sempozyûmê de ku 5 şîrovekar lê amade bûn, bi beşdariya bi dehan mirovên ji şêniyên wargehê pêk hat.

Ji şîrovekaran Mamoste Hewar Gabar, di destpêkê li ser pirsgirêka xwebûnê ya di zimanê Kurdî axivî û got: “Tipa ‘X’ axa tîpa ‘W’ war, di encama herdu tîpan dibin ‘xw’ dibe bingehê peyva xwebûnê. Dayîkên me yên Sitî û Xwedawend gotin, kesê ax û warê wan tine be, xwebûna wan jî tine ye. Ji bo ku tû bibî xwe, divê ax û warê te ku tu li ser dijî hebe. Ger nebe tu dibî yê xweyê xwe, yê ku xwedî wê/î heyî.”

Endama Komîteya Jineolojî Fîlîz Budak jî bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest bi nirxandinên xwe kir û wiha pêde çû: “Rêbertî dibêje: ‘Tiştek xwebûn û hebûna wê nebe tû nikarî qala azadiya wê bikî.’ Heta em nebin xwe, em nikarin qala azadiyê jî bikin. Heta em nebin xwe em nikarin qala têkoşînê bikin. Hebûn wê çawa bibe xwe û çawan ji heyîna wê hat derxistin. Ger em di Jineolojiyê de xwebûna jinê bigirin dest, divê em di destpêkê de biçin çanda Xwedawendiyê, ya ku jinê afirandiye.”

Her wiha ciwanê bi navê Medenî Îlhan jî li ser têkiliya di navbera xwebûn û Ekolojiyê de nirxandin kir û balkişand li ser dûrketina kes a ji xwezayê û wiha got: “Her ku mirov ji xwezayê dûr dikeve, ji xwe û xwebûna xwe jî dûr dikeve. Kaosa niha tê jiyan kirin, wek kuştin, kîn, nefret, êrîş û talanê tê kirin temaşe bikin, sedemê wê ya sereke ji bo ku mirov ne bi xwe ye. Ji ber ku mirov ji xwebûna xwe dûrketiye, serî li van rêyan didin.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantûr Kara jî li ser her 5 rêgezên jinê û bandora wê ya li ser kesayet û hebûna jin dike û wiha axaftina xwe domand: “Vîna azad û îradeya azad heye, dema em têkoşînê digirin dest, bê guman bê vîn û îradeya azad çênabe. Ji bo ku em têkoşînê bikin, divê vînek a me ya azad hebe. Li ser vê bingehê, divê di destpêkê de jin xwebûna xwe bidestbixe.”

Endama Saziya Çand û Hunerê, Rûheyv Efrîn jî di dawiyê de girîngiya parastina çand û hunerê ji bo xwebûnê anî ziman û wiha got: “Ger em wek gelê Kurd bigrin dest, hêmana herî girîng a ku heta niha heyîn û hebûna Kurdan parastî çand û hunera me ye. Divê dayîk û bavên me, zarokên xwe li ser bingehê çanda Kurdewarî mezin bikin. Ev pêwîstiyek bingehîn a civaka me ye.”

Li ser van mijaran pirsên gel hatin bersivdayîn û bi vî awayî komcivîn bi dawî bû.