Li Metînayê 3 leşker hatin kuştin - NÛ BÛ

Gerîla li leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser girê Zendûra yê Metînayê xistin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Di şer de jî 2 leşker hatin kuştin. Li Avaşînê jî şerekî giran diqewime.

Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di vê çarçoveyê de li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser girê Zendûra yê Metînayê çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Piştî vê çalakiyê şer dest pê kir û hate ragihandin ku 2 leşkerên dagirker hatine kuştin.

Li qada Mamreşo ya Avaşînê jî di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şerekî dijwar diqewime.