Li Metîna tevgerên provakatîf ên PDK’ê didomin

Tevgera PDK’ê a li herêma Metîna ji havîna sala 2020’n ve ket pêvajoyekî nû. PDK’ê li herêmên Metîna û Heftanîn dest bi tevgera xwe ya leşkerî kir. Ji wê dîrokê û heta îro ji bo ku herêmên gerîla bixe bin kontrola xwe kete nava hewldanan.

Yekem ketina PDK’ê ya bi şêweyê operasyon li herêma Metîna bi rêya Hêzên Hevbeş û Zîrevanên Sînorî yên Îraqê pêk hat. Ji bo ku li herêmê bingehekî ava bike û rê neda ku di rojevê de cih bigre, hêzên xwe di nav hêzên Zîrevanên Sînor yên Îraqê de şand. Piştî wê êdî her ku çû hêzên xwe yên taybet û kirêgirtî xiste dewrê. Di encama salekê de bê ku çeper û xalên biçûk werin hejmartin, bi dehan baregeh û xalên asayişê li herêma Metîna hatine avakirin. Li vir rastiya vê tevgerê baş derdikeve. Di dîroka Başûrê Kurdistanê de tu caran di nava salekê de li herêmekê evqasî baregeh ne hatine danîn. Di navbera her baregehî û ya din de hin cih 1 hin cih 2 kîlometre heye. Hemwextiya tevgera PDK a berfireh û operasyonên dewleta Tirk a dagirker li herêmê, mezinbûna plana li ser Başûrê Kurdistanê û asta ketina PDK’ê di bin kontrola dewleta Tirk baş raber dike.

PIŞTÎ BINEKETINA LI GARÊ ERKA PDK’Ê YA SEREKE VEGUHERÎ ÊRÎŞÊ

Pêvajoya binkeftina dewleta Tirk li herêma Garê erkên nû danî ser milê rayedarên PDK. Heya wê demê dewleta Tirk bi girtina agahiyên istixbaratî û koordînatên kampên gerîla erka PDK’ê li herêmê sînordar kiribû. Lê piştî binkeftina dîrokî ya ku li Garê xwar û piştî ku hat fêmkirin ew êdî bi teknîka ezmanî û şerê bejahî nema dikare li hember şêwazên gerîlayên pispor şer bike, vê carê PDK jî xist dewrê û bi xwe re kir şîrikekî eşkere. Ji wê demê ve, li Qendîl, Metîna, Şêladizê, Xelîfan û bi giştî Herêmên Parastina Medya PDK amadekariya dorpêçeke mezin kir û kemîn avêtin pêşîya hêzên gerîla. Bûyera herî dawî ya li herêma Xelîfanê jî vê yekê baş radixe ber çavan.

JI 5’Ê HEZÎRANÊ Û VIR VE PDK ÇI KIR?

Di roja 5’ê Hezîranê de hêzên PDK bi awayekî eşkere bi tevgera xwe ya li herêmên Çarçêl û Hekarî ya Metîna yê îlana şer kir. Bi amadekariyên ku ti carî ji aliyê PDK ve ne hatiye dîtin, hêzên xwe derbasî herêma Çarçêl û Hekkarî a Metînayê kir. Ew roj destpêkirina provakasyona nû ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû amadekirin.

DEWLETA TIRK JI VÊ PROVAKASYONÊ ÇI DIXWEST BI DEST BIXE?

Artêşa dewleta Tirk ku di meha Gulanê de li herêma Tabura Ereban û li Zendûrayê têk çû û çi encam bi dest nexist. Li ber vê yekê bû ku binkeftina wî fermî were îlan kirin. Ew artêş êdî hemû hêviyên xwe qÛt kir. Lê dema ku PDK’ê dest bi vê tevgerê kir, gelek mijar hatin guhertin. Di serî de li herêma Zendûra hêzên gerîla neçar man ku taktîkên xwe yên şer biguherin û derbasî qonaxekî nû bibin. Ev yek jî bû sedem ku şehadeta 6 gerîlayan pêk were. Li aliyekî din li herêma Çarçêl û Hekkarî Hêzên gerîla ji bo ku nekevin şerekî bi hêzên PDK’ê re û ew provakasyon pêk neyê gelek caran bi xwînsarî tevdigerin. Dîsa bi taybet li herêma Metîna pêwîstî hat dîtin ku tevgerîna gerîla bi giştî berçav re were derbas kirin. Ev yek jî bandorekî mezin li tekoşîna gerîla Ya li dijî dagirkeriyê kir.

HÊZÊN LI METÎNA

Li herêma Metîna ji aliyê 2 hêzan ve tevgera PDK pêk tê. Li xeta bakurê herêma Metîna ango ji navçeya Kanî Masî û heya navçeya Batufa PDK tevgera xwe bi rêya foca 2 û 3 a girêdayî lîwaya 4’emîn a hevbeş pêk tîne. Li aliyê Başûrê Metîna jî, ango ji Serê Metîna û heya Girên Çarçêl û Hekkarî PDK tevgera xwe bi rêya hêza Zîrevanî pêk tîne. Di binya vê hêzan de, hêzên Komando û Çeteyên Roj jî cih digrin. Her çendî navê ‘pêşmerge’ bi kar bînin jî, di van çeperên ku li dijî gerîla ava dikin de ti pêşmerge cih nagre û hemû hêzên kirêgirtî yên PDK’ê û mala Berzanî ne.

HÊZA ZÊREVAN JI KÊ PÊK TÊ?

Hêza Zîrevanî ew hêze ku berpirsê parastina malbata Barzanî ye. Erka dUyemîn a vê hêzê ew e ku ewlehiya çûn û hatina bejahî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker bigre. Di nav vê hêzê de rêxistinbûneke zêde ya dewleta Tirk heye. Bi zimanekî din, ev hêz ji aliyê dewleta Tirk ve jî tên erkdar kirin. Ji bo vê yekê ev hêz hat hilbijartin ku derbasî herêmên gerîla bibe. Beşek ji perwerdehiya ku ev hêz jî girtî, ji bo şerê li dijî gerîla pêk hatiye.

OPERASYONA NÛ YA PDK’Ê

Di roja 2’yê Îlonê de hêzên PDK’ê bi şev carekî din hêzên xwe şand herêma Metîna û çend baregehên nû avakir. Her wekî din li gorî agahiyan wê di rojên pêş de çend baregehê din jî li vê herêmê bi cih bike. Ev tevgera dawî, bi armanca qÛtkirina hemû rêyên bejahî û rênedana derbasbûna pêwîstiyên lojistîkî ji bo hêzên gerîla pêk hat. A din, ev tevger û bi desteka kamerayên mobese û teknîkên çavdêriyê armanc dike ku bi ziravî giştî bejahiyê bixe bin kontrola xwe û bi vê yekê tevgera gerîla bişopîne. Bi kurtî, tişta ku dewleta Tirk nikare bike PDK pê radibe. Ev jî rastiya ketina mezin û xeta îxanetê ya li gel dagirkeriyê cih digre radixe ber çavan.