Li Merîwanê Festîvala Şanoyê dest pê kir

 Fetsîvala Şanoyê ya Navnetewî ya Merîwanê dest pê kir. Festîval wê heta 5’ê Îlonê bidome, ji 5 welatan û ji Rojhilat û Îranê bi giştî 39 komên şanoyê beşdar dibin.

13’emîn Festîvala Şano ya Navnetewî ya Merîwanê dest pê kir. Her sal di meha Îlonê de festîval tê lidarxistin. Festîvala îsal serê vê sibê dest pê kir.

 Ji Ermenistan, Iraq, Fransa, Îspanya, Başûrê Kurdistan, Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 39 komên şanoyê beşdarî festîvalê dibin.

Di festîvalê de wê 20 lîstikên dram, 5 lîstinên olî û di beşa aşitiya civakê de lîstik werin nîşandan. Ji lîstikan 4 wê ji aliyê komên şano yên Ermenistan, Fransa, Îspanya û Iraqê ve werin nîşandan. 5 lîstik jî wê di beşa ciwan û zarokan de werin nîşandan.

ENDAMÊN JURÎ

Heyeta taybet a jurî ji Kûtbedîn Sadiqî ku yek ji nîvîskar, lîstikvanê sînema û şanoyê yê li Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin e, Derhênerê Şano û Lîstikvan Mahmûd Reza Rehîmî, Esger Hîmmet, Îrac Rad û Fatîh Dadperwa pêk tê.

Weke vexwînêrê taybet yê festîvalê jî wê Midûrê Şanoya Dewletê ya Komara Azerbaycanê Tevfîk Haydarof beşdar bibe.

KARNAVAL NEHATE KIRIN

Festîvala şanoyê îsal cara destpêkê bêyî ku karnaval were lidarxistin, hate kirin. Weke hincet mirina Şerîf Bacwer û hevalên ku ku di hefteya derbasbûyî de hate nîşandan.