Li Merîwanê êrişa Îranê: 5 kolber birîndar bûn, aqûbeta 30 jê nediyar e
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êriş birin ser komek ji kolberan. Di encamê de 5 kolber birîndar bûn, agahî ji 30 kolberan jî nayê girtin.
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êriş birin ser komek ji kolberan. Di encamê de 5 kolber birîndar bûn, agahî ji 30 kolberan jî nayê girtin.
Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê weşand, sibeha 25'ê Nîsanê hêzên Îranê êriş birin ser komek ji kolberan.
Di êrişê de ku li gundê Mirabadê hate kirin, Zamyar Hatampanah, Karwan Manouchehri, Salah Watandust, Aram Manuchehri û Soran Watandust birîndar bûn.
Hate ragihandin ku agahî ji 30 kolberên li herêmê nayê wergirtin.
10'ê Nîsanê li navbera bajarên Bane û Şînoyê du kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn birîndarkirin.
Kolber bi rêk û pêk dibin hedefa êrişên dewletên Tirk û Îranê.